Di 25 û 26ê Nîsanê 2025 de, li Kulturrathaus Dresdenê konferansa
Dîjîtalîzekirina zimanê kurdî dê hat darxistin – hat rêvebirin ji hêla hevkarê
me encûmena Almanî-Kurdî (DKF e.V.) ve.

Di navenda vê konferansê de pirsê sereke ew bû: Çawa dikare zimanê kurdî – bi
hemû zareveyên xwe – di serdemê dîjîtal de bê dîtin, bê bikaranîn û bê
pêşvebirin di bingeha zanistî de?

Bi hev re, bi zanyarên ziman, pêşdebirkeran, kesên perwerdar û nûnerên
diasporyayê, em li ser standardan, amûrên dîjîtal, modelên Zîrekiyên çêkirî
(ZÇ), rêbazên hînkirinê û rolê zimanê di cîhaneke giştîbûyî de gotûbêj dikin.

Ji ber ku Zimanê kurdî ne tenê mîratek çandî ye – ew kîlît e ji bo nasnameyê,
perwerdeyê û beşdariyê civakî ye. Lê belê di dehsalên dirêj yên siyaseta
zordestî, kêmasiyên alîkariyên destûrî û wêneya teknolojiya nabeşdar de, ev
tê wê wateyê ku ew pir caran di qadên dîjîtal de nayê dîtin.

Ev konferans nîşanek e: Ku em bi hev re dê pêşerojeke dîjîtal ji bo Kurmancî, Soranî û zaraveyên din – vekirî, zanistî û ber bi pêşerojê ava bikin

Di çarçoveya vê konferansê de, me li ser xebata xwe ya li Zanîngeha Navneteweyî ya Kurdî ya Almanya (IKHS.DE) jî axivî – cihekî ku zimanê Kurdî di hînkirin û lêkolînê de cih digire. Cihêkî ku ne tenê ziman diparêze, lê di heman demê de bêhtir difikire – bi awayekî dîjîtal, akademîk, ku di gelek beşên cihêreng de bi hev re dixebitin